Li Îspanyayê rêjeya kesên ji ber Kovîd-19yê dimirin kêm dibe

Li Îspanyayê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) dimirin ev 4 roj e kêm dibe.

Li Îspanyayê rêjeya kesên ji ber Kovîd-19yê dimirin kêm dibe

Li Îspanyayê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) dimirin ev 4 roj e kêm dibe.

Wezareta Tenduristiyê agahiyên der barê Kovîd-19yê da nû kir.

Li gor daneyên Wezaretê di 10 rojên dawîn da hejmara miriyan kêm bû.

Li gor daneyan duh 674 kesên din jî mirin û hejmara miriyan bû 12 hezar û 418, lê rêjeya mirinê ji ber ku ji sedî 5,74 e, ji 2yê Adarê vir va ev rêjeya herî kêm e ku mirov dimirin.

Li welêt di 26ê Adarê da 655, 27ê Adarê da 769, di 28ê Adarê da 832, di 26ê Adarê da 838, di 30yê Adarê da 812, di 31ê Adarê da 849, di 1ê Nîsanê da 864, di 2yê Nîsanê da 950, di 3yê Nîsanê da 932, di 4ê Nîsanê da 809 kes miribûn.

Ji hêla din duh 6 hezar û 23 kesan va hejmara kesên bi vê nexweşiyê ketin gihîşt 130 hezar û 759an. Li gor duh rêjeya vê jî ji sedî 4,83 kêm bû ku ji 25ê Sibatê vir va ev rêjeya herî kêm e.

Daneyên dawîn nîşan didin ku rêjeya miriyan û kesên vê nexweşiyê ketin di 2yê Nîsanê da gihîşt asteke bilind û paşê hêdî hêdî kêm bû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE