Rayedarên ji Srî Lankayê eşkere kirin ku di êrîşên terorê da 207 kes hatin kuştin, 7 kesên têkildarên êrîşan hatin binçavkirin.
Hat ragihandin ku li Sri Lankayê di êrîşên terorê yên dijî otêl û dêran da du welatiyên Tirk jî jiyana xwe ji dest dan.
Li gor nûçeyên çapemeniya herêmî li dêra St. Anthony's a li Kochchikadeyê, li dêra St.Sebastian a Katanayê, li dêreke Battîcaloayê yên ku tê da merasimên Paskalyayê dihatin kirin û li otelên pênc stêrk ên Shangrî La, Cînnamon Grand û Kîngsburyê yên li paytext Colomboyê êrîş hatin kirin.
Ajansa Şînhuayê daxuyand di êrîşên dêr û otelan da 207 kes mirin û 400 kes jî birîndar bûn.
- Di nav miriyan da herî kêm 9 kesên biyanî hene
Di çapemeniya Srî Lankayê da hat gotin di nav mirî û birîndaran da dibe ku turîst jî hebin.
Li gor agahiyên BBCyê yên ku wek çavkanî agahiyên ji nexweşxaneyan hatine hildan di nav miriyan da herî kêm 9 kesên biyanî hene.
- Ji teqînan herî kêm du heb êrîşên xwekujiyê ne
Rayedarekî nexwest navê wî bê eşkerekirin got wisa xuya dike ji van teqînan herî kêm du heb êrîşên xwekujiyê ne û hê tu kesî berpirsyariya êrîşan qebûl nekiriye.
- Teqîneke din jî çêbû
Piştî êrîşên serê sibê li banliyoya paytext Colomboyê li Dehiwalayê nêzî baxçeyê heywanan teqîna 7emîn çêbû.
- Derketina derva hat qedexekirin
Piştî teqîna li baxçeyê heywanan teqîna 8emîn çêbû û rayedaran daxuyand li welêt derketina derva hatiye qedexekirin.
Serokê Dewleta Srî Lankayê Maîthrîpala Sîrîsena daxuyand ew ji ber teqînan şaş û metel mane û bang kir ku bila her kes aram be.
Serokwezîrê Srî Lankayê Ranîl Wîckremesînghe daxuyand ew van êrîşên tirsonek bi xurt şermezar dike û wiha got: "Ez bangî hemû Srî Lankayiyan dikim, bila di vê heyama trajîk da li cem hevdu bisekinin û bihêz bin."
Wezîrê Darayîyê Mangala Samaraweera jî li ser hesabê xwe yê Twîtterê der barê teqînan da got ev teqînên bûn sedema kuştina gelek kesên bêguneh baş hatine plankirin û armanca wan anarşî û alozî ye.
AA