Li Srî Lankayê hejmara miriyan derket 310an

Berdevk Gunasekara diyar kir ku hejmara kesên ku di êrîşan da mirin ji 290î derket 310an.

Li Srî Lankayê hejmara miriyan derket 310an

Hat ragihandin, li Srî Lankayê hejmara kesên ku di êrîşên terorê yên roja Paskalyayê di otel û dêran da hatin kirin da mirin derket 310an.

Li gor nûçeya ku DailyMirror dispêre daxuyaniyên Berdevkê Medyayê yê Polêsan Ruwan Gunasekara, hejmara miriyan zêde bû.

Berdevk Gunasekara diyar kir ku hejmara kesên ku di êrîşan da mirin ji 290î derket 310an.

Gunasekara got ku piştî êrîşan operasyonan dest pê kir û didomin, heta niha nêzî 40î gumanbar hatin girtin.  Gunasekara destnîşan kir ku kesên binçavkirî hemû xelkê Sri Lankayê ne.

Roja yekşemê li dêra St. Anthony's a li Kochchikadeyê, li dêra St.Sebastian a Katanayê, li dêreke Battîcaloayê yên ku tê da merasimên Paskalyayê dihatin kirin û li otelên pênc stêrk ên Shangrî La, Cînnamon Grand û Kîngsburyê yên li paytext Colomboyê êrîşên bibombe hatibûn kirin.

Piştî van êrîşan li banliyoya Dehiwalayê û li banliyoya Dematogoyê yên li paytext Colomboyê jî teqîn çêbûbûn. 

Rayedarên Srî Lankayê daxuyandibû ku di êrîşan da 39 jê biyanî, 290 kes mirine û ji 500î zêdetir kes jî birîndar bûne. Du endezyarên Tirk ên bi navê Serhan Selçuk Narîçî û Yîgît Alî Çavuş jî di êrîşan da miribûn.

Dîroka nûkirinê: 23 Nîsan 2019, 16:03
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE