Li Srî Lankayê hejmara miriyan gihîşte 290î

Piştî êrîşan operasyon hatin kirin û 24 kes hatin girtin

Li Srî Lankayê hejmara miriyan gihîşte 290î

Hat ragihandin hejmara kesên di êrîşên terorê yên li Srî Lankayê yên ku di otel û dêran da hatin kirin da mirin ji 207î derkete 290î.

Li gor nûçeyên di Saziya Weşanê ya Avustralyayê de cih digrin hejmara kesên di êrîşên terorê da mirin zêde bû.

Hat ragihandin hejmara kesên di êrîşên terorê da mirin derkete 290î, ji 500î zêdetir jî birîndar hene.

Piştî êrîşan di operasyonan de 24 kes hatin girtin, lê der barê kesên êrîş kirine de hê daxuyaniyek nehat dayîn.

Duh serê sibê li dêra St. Anthony's a li Kochchikadeyê, li dêra St.Sebastian a Katanayê, li dêreke Battîcaloayê yên ku tê da merasimên Paskalyayê dihatin kirin û li otelên pênc stêrk ên Shangrî La, Cînnamon Grand û Kîngsburyê yên li paytext Colomboyê êrîş hatibûn kirin. Piştî van êrîşan li banliyoya Dehiwalayê û li banliyoya Dematogoyê yên li paytext Colomboyê jî teqîn çêbûbûn.

Wezareta Karên Derva daxuyandibû di êrîşan da jê 27 biyanî, 207 kes mirine û 450 kes birîndar bûne.

Du welatiyên Tirk ên bi navê Serhan Selçuk Narîçî û Yîgît Alî Çavuş jî di êrîşan da miribûn.

AA

Dîroka nûkirinê: 22 Nîsan 2019, 10:17
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE