Li Îsraîlê Bennett dê bibe serokwezîrê nû

Li Îsraîlê dengdayîna pêbaweriyê ya hikûmeta koalîsyonê ya ku dê peywirê ji destê Netanyahu derxe îro ye

Li Îsraîlê Bennett dê bibe serokwezîrê nû

Li Îsraîlê dengdayîna pêbaweriyê ya hikûmeta koalîsyonê ya ku dê peywirê ji destê Serokwezîr Binyamin Netanyahu derxe îro dê li Meclisê were kirin.

Dengdayîna pêbaweriyê ya hikûmeta koalîsyonê ya bi pêşengtiya Yair Lapidê Serokê Partiya Siberoj Heye û Naftali Benettê Serokê Partiya Yaminayê dê îro bi dema herêmê saet 16.00an were kirin.

Ji bo damezirandina koalîsyona Lapid-Bennett, ji parlamentoya ku 120 kursiyên wê hene, pêwîstî bi dengê 61 parlamenterî heye.

Hejmara parlamenterên 8 partiyên beşdarên koalîsyona navborî jî 62 ye.

Li gorî çapemeniya Îsraîlê, koalîsyona Lapid-Bennett bi îtimaleke mezin dê raya pêbaberiyê werbigire û dest bi wezîfeyê bike.

- Bennett dê bibe serokwezîrê nû

Heger hikûmeta koalîsyonê raya pêbaweriyê werbigire, desthelata Netanyahu ya 12 salan dê hilweşe û Bennettê serokê Yaminayê dê bibe serokwezîr.

Piştî ku Bennett 2 salan peywira serokwezîrê anî cih, vê carê Tebaxa 2023yan Serokê Partiya Siberoj Heye Lapid dê bibe serokwezîr.

Ji aliyekî va jî koalîsyona Lapid-Bennett ji 8 partiyan pêk tê ku her yek jê xwedî nêrîneke cuda ye. Ji ber vê çendê ew yek zehf tê meraqkirin ku emrê vê hevpeymanê dê çiqas dirêj be.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE