Li Îsraîlê cara ewil kesekî pê ra Kovid-19 heye hat tesbîtkirin

Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê ragihand ku cara ewil e kesekî pê ra şewba vîrusa koronayê ya bi tîpa nû (Kovid-19) heye, hat tesbîtkirin.

Di daxuyaniya wezaretê ya nivîskî da hat gotin ji keştiya rêwiyan a bi navê "Diamond Princess"ê ku li Japonyayê hildabûn karantînayê 11 rêwiyên ji Îsraîlê piştî tehliye kirinê bi balafireke taybet anîn welêt.

Hat gotin ku 11 rêwî li nexweşxaneya Ramat Gan a herêma nêzî paytext Tel Avîvê bû hildan bin karantînayê.

Daxuyaniyê da hat gotin ku piştî encama testan derket holê ku vîrusa Kovîd-19an bi yekî ji wan geriyaye.

Bi ragihandina wezaretê va cara ewil e ku li Îsraîlê weqaya Kovîd-19an dertê holê.

Di keştiya rêwiyan a Diamond Princessê da 15 welatiyên Îsraîlê hebûn û ji wan bi 4 kesan ra nexweşî derketibû û li Japonyayê dihatin tedawîkirin û tedawiya wan li wê derê dewam dike.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE