Li Îsraîlê di navbera Cihuyên ji Etiyopyayê û polêsan da pevçûn

Li Îsraîlê ciwanekî bi eslê xwe ji Etiyopyayê ye bi guleya polêsan hat kuştin li ser vê li seranserê welêt çalakî hatin lidarxistin, di çalakiyan da 47 polês birîndar bûn û 60 çalakvan hatin binçavkirin

Li Îsraîlê di navbera Cihuyên ji Etiyopyayê û polêsan da pevçûn

Li Îsraîlê ciwanekî bi eslê xwe ji Etiyopyayê ye bi guleya polêsan hat kuştin li ser vê li seranserê welêt çalakî hatin lidarxistin, di çalakiyan da 47 polês birîndar bûn û 60 çalakvan hatin binçavkirin.

Li Kîryak Haîma li bakurê Îsraîlê polêsekî li ser wezifeye nebû gule agir kir û Solomon Tekahê 19 salî yê welatiyê Îsraîlê yê ji eslê xwe ji Etiyoyayê hat kuştin. Li ser vê li seranserê welêt protesto hatin kirin.

Di çalakiyên li gelek bajaran hatin lidarxistin da carcarinan di navbera çalakvan û polêsan da gengeşî derket.

Çalakvanan li Tel Evîva paytext rêyeke mezin a li nêzî Azrîelî Towerê ji herdu aliyan va ji çûyîn û hatinê ra girtin.

Çalakvanan barîqat dan ser rê, agir berî lastîkan dan û êrîşî hin kesên xwestin ji rê ra derbas bibin kirin. Çalakvanan agir berî hin wesayîtan dan, kevirên peyarêyê li ser rê kom kirin.

Ji ber prorestoyê li Tel Evîvê di trafîkê da pirsgirêk derketin û wesayît bi qasî kîlomêtreyan rêz bûn.

Li gor daxuyaniya polêsên Îsraîlê di çalakiyan da hetanî nika 47 polês birîndar bûn, 60 çalakvan hatin binçavkirin.

- Ji Netanyahu banga "rêyan negrin"

Serokwezîr Bînyamîn Netanyahu di daxuyaniya nivîskî da got ji ber kuştina Tekah gelekî li ber xwe ket.

Netanyahu bangî çalakvanan kir ku bira rê vekin û got, "Ez dizanim ku dibê gelek pirsgirêk werin çareserkirin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan em gelekî xebitîn û xebatên xwe didomînin. Lêbelê ez ji we tiştekê dixwazim. Dev ji rêgirtinê berdin."

Li Îsraîlê hejmara Cihuyên ji eslê xwe ji Etiyopyayê ne ji 140 hezarî zêdetir e. Di navbera 1984 û 1991î da kêmzêde 80 hezar Cihuyên ji Etiyopyayê koçê Îsraîlê kiribûn. Cihuyên ji Etiyopyayê bi salan di kesên din ra têkilî daneynîn û demeke dereng da otorîteyên dînî yên Îsraîlê ew nas kiribûn.

Li gor çapemeniya Îsraîlê ji sala 1997an vir da di rageşî û gengeşiyan da 11 Etiyopyayî hatin kuştin.

AA

Dîroka nûkirinê: 04 Tîrmeh 2019, 11:13
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE