Li Îsraîlê di xwepêşandanên dijî Netanyahu da 27 kes hatin binçavkirin

Li gor daxuyaniya polêsên Îsraîlê li Qudsa Rojava li Meydana Parîsê ya ku nêzîkî mala Serokwezîr Netanyahu ye xwepêşandanek çêbû.

Li Îsraîlê di xwepêşandanên dijî Netanyahu da 27 kes hatin binçavkirin

Li Îsraîlê di xwepêşandanên dijî Serokwezîr Binyamîn Netanyahu da 27 kes hatin binçavkirin.

Li gor daxuyaniya polêsên Îsraîlê li Qudsa Rojava li Meydana Parîsê ya ku nêzîkî mala Serokwezîr Netanyahu ye xwepêşandanek çêbû.

Di daxuyaniyê da hat gotin ji ber rê hatine girtin, aramiya gel hatiye xirabkirin di xwepêşandanê da 27 kes hatin binçavkirin.

Îsraîliyên dibêjin doza Netanyahu ya bêrêtiyê heye û di şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da Netanyahu bi serkeftî tevnegeriye divê ew îstifa bike. 

Paytext Tel Avîv û Quds di serî da çend cihên din xwepêşandan çêbûn.

Bi hezaran kes beşdarî xwepêşandanan bûn û polêsan mudaxaleya wan kir.

Li Tel Avîvê wesayîta kesekî 82 salî li wesayîteke din qelibî, ew rakirin nexweşxaneyê lê ew li wir mir.

Di nûçeyan da hat gotin ew Dror Sofferê bavê Dîrektorê Îsraîlê yê Facebookê Adî Siffer-Teenê ye.

Li Îsraîlê ji ber şewba koronayê bêkarî zêde bû, der barê Netanyahu da him ji ber ku ew nikare pêvajoya şewbê baş bi rêva bibe û him jî ji ber ku der barê wî da doza bêrêtiyê heye gel dixwaze ew îstifa bike.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE