Li Îsraîlê di îzdihama pîrozbahiyên Cejna Lag BaOmerê da 44 kes mirin

Polêsên Îsraîlê ji ber îzdihamê lêpirsîn da destpêkirin

Li Îsraîlê di îzdihama pîrozbahiyên Cejna Lag BaOmerê da 44 kes mirin

Di pîrozbahiyên Cejna Lag BaOmerê ya ku li Çiyayê Meronê yê nêzî bajarê Safedê hat kirin da li qada pîrozbahiyê îzdiham çêbû 44 kes mirin û 103 kes jî birîndar bûn.

Di dema pîrozbahiyên li Çiyayê Meronê dihatin kirin da bi şev ji ber sedemeke nayê zanîn îzdiham çêbû.

Li ser xebera ku di îzdihamê da kesên giran birîndar hene 6 helîkoptêrên ambulans û gelek ekîbên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê kirin.

Serokwezîrê Îsraîl Binyamîn Netanyahû ji ser Twitterê peyam weşand, bûyer wek "bobelateke giran" binav kir û got ku ji bo başbûna birîndaran dia dikin.

Di nûçeya rojnameya Jerusalem Postê da hat gotin ku ji ber îzdihamê 44 kes mirin û 44 jê giran 103 kes jî birîndar bûn.

Hat gotin ku li herêmê nexweşxaneyeke berwext jî hat damezrandin û di şebekeyên têlefonan da jî ji ber zêdegerînê pirsgirêk çêbû.

Hat ragihandin ku polêsên Îsraîlê ji ber îzdihama li Çiyayê Meronê çêbû dest bi lêpirsînê kir.

Çapemeniya herêmî di nûçeyên xwe yên ewil weşandin da gotin ku dik û platforma lê pîrozbahî dihat kirin hilweşîn lê paşê ev yek sererast kirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE