Li Îsraîlê hejmara kesên ku ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin derket 229an, kesên bi vîrusê ketin jî derket 16 hezar û 185an.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê da hat destnîşankirin, 4 nexweşên din yên ku bi Kovîd-19ê ketibûn jî mirin.
Hat diyarkirin li welêt bi vî awayî hejmara kesên ku ji ber vîrusa koronayê mirin derket 229an, di 84 kesên din da jî Kovîd-19 hat tesbîtkirin û hejmara giştî ya kesên bi vîrusê ketin jî derket 16 hezar û 185an.
Di daxuyaniyê da ji bilî vê hat gotin ji nexweşan rewşa 105 kesan giran e, 9 hezar û 593 kes jî baş bûn.
Li Îsraîlê di çarçoveya tedbîrên dijî Kovîd-19ê da hemû dibistan hatibûn girtin, lihevcivîna ji 2 kesî zêdetir jî hatibû qedexekirin.
Li Îsraîlê dibistan ji ber vîrusa koronayê hatibûn tetîlkirin, hatina du kesan zêdetir a li cem hev jî hatibû qedexekirin.
Rêveberiya Tel Avîvê ji ber Kovîd-19ê, yên li Îsraîlê rûdinên ne tê da, qedexe kiribû ku biyanî bikevin welêt.
AA