Li Îsraîlê reqîbên Netanyahu ji bo avakirina hikûmeta koalîsyonê li hev kirin

Piştî ku Serokwezîr Netanyahu bi ser neket ku hikûmetê ava bike Yaîr Lapîdê Serokê Partiya Yesh Atîdê hatibû wezîfedarkirin ku ew hikûmetê ava bike.

Li Îsraîlê reqîbên Netanyahu ji bo avakirina hikûmeta koalîsyonê li hev kirin

Partiyên mixalefetê yên di bin serokatiya Partiya Yamînayê û Partiya Yesh Atîd (Dahatû Heye) yên reqîbên Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu ne li hev kirin ku hikûmeta koalîsyonê ava bikin.

Piştî ku Serokwezîr Netanyahu bi ser neket ku hikûmetê ava bike Yaîr Lapîdê Serokê Partiya Yesh Atîdê hatibû wezîfedarkirin ku ew hikûmetê ava bike.

Lapîd ji Serokomar Reuven Rîvlîn ra got ji bo avakirina hikûmetê ew gihîştin hejmara ku hewce dike.

Serokomar Rîvlîn li ser hesabê xwe yê Twitterê Lapîd û serokên partiyên wê di koalisyonê da cih bigirin pîroz kir.

Koalîsyon wê bi serokatiya Yaîr Lapîd û serokê partiya Yamînayê Naftalî Bennett da ava bibe û 8 partî wê di koalîsyonê da cih bigirin.

Ji bo koalîsyon ava bibe heta 14ê Hezîranê divê raya pêbaweriyê hilde û sond bê xwendin.

Piştî vê 2 salan Bennett û 2 salan jî Lapîd wê bibe Serokwezîr.

- Koalîsyon ava bibe serokwezîrtiya Netanyahu ya 12 salan wê dawî bibe

Heke koalîsyon ava bibe serokwezîrtiya Netanyahuyê ku ji Adara 2009an vir va wezîfeyê dike ya 12 salan wê dawî bibe.

Ji bo avabûna koalîsyonê hewcedarî 61 parlamenteran heye ku hejmara parlamenterên partiyên ku wê di koalîsyonê da cih bigire 62 ye.

Lê parlamenterê Partiya Yamînayê Nîr Orbach gotibû heke bi Lapîd ra koalîsyon bê ava kirin ewê raya xwe nede koalîsyonê.

Heke Orbach û parlamenterekî din jî raya xwe nede hikûmet wê dîsa ava nebe, ji ber vê avabûna hikûmeta koalîsyonê hê teqez ne diyar e.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE