Wezareta Tenduristiya Îsraîlê ragihand ku li welêt hejmara weqayên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) derket 10an.
Di daxuyaniya nivîskî ya wezaretê da hat destnîşankirin ku di 3 kesên din da jî ku nasnameyên wan eşkere nekirin, Kovîd-19 hat tesbîtkirin.
Herwiha hat diyarkirin ji du kesên ku di wan da Kovîd-19 hat tesbîtkirin ji heman malbatê ne û çendek berê ji Îtalyayê vegeriyane.
Herwiha hat destnîşankirin ku kesê sêyemîn jî vîrus ji hevkarê xwe hilgirt ku ji Îtalyayê vegeriyabû û herwiha hefteya çûyî piştî ku vîrus tê da hatibû tesbîtkirin, hildabûn karantînayê.
Bi van va, hejmara weqayên Kovîd-19 ên ku li Îsraîlê hatin tesbîtkirin derket 10an.
Îsraîlê ji ber tirsa Kovîd-19ê, ji bo biyaniyên ku ji Çîn, Îtalya, Japonya, Koreya Başûr, Tayland û Singapurê ew yek qedexe kiribû ku derbasî welêt bibin.
AA