Li Sûriyê qaşo hilbijartin hat kirin

Di qaşo hilbijartinê de biryarên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî hatin binpêkirin

Li Sûriyê qaşo hilbijartin hat kirin

Li Bajarên Sûriyê di 26 gulanê de biryarên konseya ewlekariyê ya neteweyên yekbûyî hatin binpêkirin û qaşo hilbijartin hatin kirin. Li gelek deverên sûriyê û derwelêt dengdayîn çênebû. Her wiha esed, di qaşo hilbijartinê de ji sedî 95 bêhnok yek deng stand.

Di 26ê Gulanê de li Sûriyê qaşo hilbijartinek hat kirin.

Piraniya gelê Sûriyeyî dengên xwe nedan.

Rejîma Esed biryarên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî binpê kir qaşo hilbijartin kir.

Hilbijartin tenê li cihên bin kontrola Rejîma Esed de hat kirin.

Gelê Sûriyê di bin tirs û xofê de çû ser sindoqan û dengê xwe dan.

Li gelek herêmên Sûriyê li dijî hilbijartinê protesto hebûn.

Türkiye û gelek dewletên Ewropayê ev hilbijartin qebûl nekir.

Sûriyeyîn ku li Türkiyê dijîn ev qaşo hilbijartin ji TRT KURDI’yê re nirxandin.

Beşar Esed bi sexteriyan qezenç kir. Gelê sûriyê bi darê zorê, silehê û kuştinê bir ser sindoqan. Xelkê sûriyê êdî Esed naxwaze. Kesên ku reyên xwe dane jî bi mecbûrî dane. Birayên me yên li sûriyê, esed naxwazin lê mixabin nikarin tiştekî bikin.”

Sûriyeyiyên li Paytext Enqerê dijîn gotin, wekî bi milyonan kesî, me jî deng neda.

“ Me Beşar Esed nexwest. Ji ber rejîma esed 16 milyon însanan koç kirin. Wekî bi milyonan sûriyeyiyan ne dayika min ne jî bavê min dengên xwe dan wî. Rejîma esed sûriye xira kir, welatê me talan kir. Bi tu carî jî em wî naxwazin”.

Ji aliyê din, di qaşo hilbijartinê de Esed ji sedî 95 bêhnok û yek deng standin û dîsa bû qaşo serokdewlet.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE