Li Sûriyeyê di 6 mehên dawîn da hezar û 864 sivîl hatin kuştin

Şaxa Mafên Mirovan a Sûriyeyê daxuyand di 6 mehên ewil ên salê da hezar û 864 sivîl ji hêla komên pev diçin va hatin kuştin

Li Sûriyeyê di 6 mehên dawîn da hezar û 864 sivîl hatin kuştin

Şaxa Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) daxuyand li Sûriyeyê di 6 mehên ewil ên salê da hezar û 864 sivîl ji hêla komên pev diçin va hatin kuştin.

SNHRyê der barê sivîlên hatine kuştin da raporek weşand û daxuyand di nîva ewil a salê da jê 468 zarok, 285 jin tevahî hezar û 864 sivîl ji hêla komên pev diçin va hatin kuştin.

Li gor raporê artêşa rejima Beşşar Esed û hêzên rejimê ya ku ji terorîstên biyanî yên Îran piştgiriyê dide pêk tê jê 211 zarok û 136 jin tevahî 891 sivîl kuştin.

Hat gotin di êrîşên Ûrisan da jê 34 zarok û 21 jin tevahî 149 sivîl hatin kuştin.

Li gor raporê YPG/PKKya rêxistina terorê jê 33 zarok û 10 jin tevahî 99 sivîl, DEAŞa rêxistina terorê jî jê 11 zarok û 7 jin tevahî 82 kes kuştin.

Ji bo êrîşên hêzên koalîsyonê ya navneteweyî ya dijî DEAŞê jî hat gotin jê 20 zarok, 17 jin tevahî 64 sivîl di van êrîşan da hatin kuştin.

Di raporê da hat destnîşankirin mixalifên eskerî û komên biçek ên dijî rejimê bûne sedema kuştina 39 sivîlan ku jê 10 zarok û yek jî jin e.

Hat destnîşankirin jê 149 zarok û 93 jin tevahî 540 sivîl jî ji hêla kesên nasnameya wan nediyar in va hatine kuştin.

SNHRyê anî ziman îsal di meha çileya paşîn da 197, di sibatê da 246, di adarê da 334, di nîsanê da 324, di gulanê da 416 û di hezîranê da jî 347 sivîl hatin kuştin.

Der barê kesên hatine kuştin da hat gotin jê 15 kes xebatkarên tenduristiyê, jê 6 kes jî dildarên Parastina Sivîl (Kumspî) in.

Ji bilî vê hat gotin jê 142 ji hêla rejimê, 159 kes bi îşkenceyê hatine kuştin.

AA

Dîroka nûkirinê: 03 Tîrmeh 2019, 10:29
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE