Li Sûriyeyê dijî hêzên Amerîkî û YPG/PKKyiyan êrîş

Li bajarê Hesekeyê li dijî eskerên Amerîkayê û YPG/PKKya rêxistina terorê êrîş hat kirin, 5 terorîst mirin û eskerekî Amerîkî jî birîndar bû

Li Sûriyeyê dijî hêzên Amerîkî û YPG/PKKyiyan êrîş

Li Hesekeya bajarê Sûriyeyê dema konvoya eskerên Amerîkî diçû li cihê kontrolê ya YPG/PKKya rêxistina terorê wesayîteke bibombe hat teqandin. Di êrîşê da 5 terorîst mirin û eskerekî Amerîkî jî birîndar bû.

Li gor agahiyên çavkaniyên herêmî li Şeddadiyê li herêma ku wek cihê kontrolê ya YPG/PKKyê tê bikaranîn wesayîteke bibombe hat teqandin.

Dema teqînê konvoya eskerên Amerîkî derbas dibû, ji ber vê eskerekî Amerîkî giran birîndar bû.

5 terorîstên YPG/PKKyî jî di êrîşê da mirin.

Roja çarşemê jî li Minbîcê li hemberî eskerên Amerîkî êrîşeke bibombe hatibû kirin. Di êrîşê da 4 eskerên Amerîkî miribûn. DEAŞa rêxistina terorê berpirsyariya êrîşê qebûl kiribû.

AA

Dîroka nûkirinê: 21 Çile 2019, 17:33
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE