Li Sûriyeyê keleha dawîn a DEAŞê ji dêst derket

DEAŞa rêxistina terorê ji Heccîna ku li Sûriyeyê keleha wê ya dawîn bû vekişiya

Li Sûriyeyê keleha dawîn a DEAŞê ji dêst derket

DEAŞa rêxistina terorê li rojhilata Feratê ji navenda navçeya Heccînê ya girêdayî Dêrêzorê vekişiya. Piştî ku YPG/PKKya rêxistina terorê navçe dagir kir, li Sûriyeyê keleha dawîn a DEAŞê ji destê DEAŞê derket.

Li gor agahiya ku ji çavkaniyên herêmî yên li Dêrazora hat hildan, li navenda navçeya Heccînê piştî pevçûnên navbera YPG/PKKyê û DEAŞê, terorîstên DEAŞî navenda navçeyê terikand.

Piştî terikandinê navenda navçeya ku dikeve rojhilata Çemê Feratê ket bin dagirkeriya YPG/PKKyê û DEAŞê li Dêrazorê keleha xwe ya dawîn ji dest kir.

Piştî ku navçeyê dest guherand, DEAŞ li Dêrazorê tenê li bajarokên Şîîfe, Baxoza Jêr û Jorîn, Suse, Buhasan û Albûxatirê û li hin gundên der û dorê ma.

- Rewşa dawîn a li Dêrazorê

YPG/PKKya rêxistina terorê bi piştgiriya Amerîkayê va li rojhilata Çemê Feratê herêmên ku dikevin rojhilat, rojava û bakurê Dêrazorê dagir kiribû.

YPG/PKKya ku Amerîkayê ji asîman va, Fransayê jî ji bejayê bi avêtina topan va piştgirî dayê, di 11ê îlonê da ji bo ku DEAŞê bi temamî ji Dêrazorê derxe, operasyon dabû destpêkirin.

Li aliyê rojavayê Dêrazorê jî hêzên rejima Beşşar Esed hene.

Nêzî sê paran pareke axa Sûriyeyê di bin dagirkeriya YPG/PKKyê da ye.

AA

Dîroka nûkirinê: 24 Kanûn 2018, 17:23
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE