Li Sûriyeyê mayîna ku YPG/PKKyê veşartibû teqiya, zarokek mir

 Li navçeya Mareyê ya li bakurê Sûriyeyê mayîneke ku YPG/PKKya rêxistina terorê veşartibû teqiya, di teqînê da zarokek hat kuştin.

Li Sûriyeyê mayîna ku YPG/PKKyê veşartibû teqiya, zarokek mir

Li navçeya Mareyê ya li bakurê welêt yek ji zarokên ku heywanên xwe derxistibû çêrê pê li mayînê kir.

Di bûyera ku li gundê Îsnubbula li xeta eniya YPG/PKKya rêxistina terorê û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) ye qewimî da ji ber teqînê zarokê navborî mir.

Li herêmên bin kontrola ANSê da her çiqas xebatên lêgerîn û kontrolê bên kirin jî mayîn dibin sedem ku gelek sivîl zirarê bibînin. Li navçeya Babê jî duh ji ber teqîna mayîneke kevin ya ku DEAŞa rêxistina terorê veşartibû 2 zarok birîndar bûbûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE