Li Sûriyeyê meha gulanê 394 kes hatin revandin

Hejmara kesên ku ji serê salê vir va hatin revandin derket 2 hezar û 124an

Li Sûriyeyê meha gulanê 394 kes hatin revandin

Tora Sûriyeyê ya ji bo Mafên Mirovan (SNHR) ragihand ku li Sûriyeyê meha gulanê 286 jê bi destê rejima Esed, bi tevahî 394 kes hatin revandin.

SNHRyê di rapora ku weşand da destnîşan kir ku meha çûyî li seranserê welêt 21 jê zarok û 14 jê jin bi tevahî 394 kes hatin revandin.

Li gorî raporê, ji kesên ku meha çûyî hatin revandin jê aqûbeta 206 kesan nayê zanîn.

Herwiha di raporê da hat diyarkirin, hêzên rejimê ku ji artêşa rejima Esed û terorîstên biyanî ku Îran li pişt wan e pêk tê, 14 jê zarok, 9 jê jin bi tevahî 286 kes revandin.

Di raporê da hat destnîşankirin ku rêxistina terorê YPG/PKKyê jî li herêmên ku dagir kirine, di heman serdemê da 5 jê zarok û 4 jê jin tevahî 52 kes revandin. Herwiha mixalifên eskerî û komên çekdar ên dijî rejimê jî 2 jê zarok, yek jê jin tevahî 56 kes revandin.

Herwisa li gorî raporê, hejmara kesên ku ji serê salê vir va hatin revandin derket 2 hezar û 124an. 

Li gorî çavkaniyên mixalifên Sûriyeyî, di girtîgehên rejimê da herî kêm 500 hezar kesên revandî hene.

SNHRyê di rapora ku 30ê nîsanê weşandibû da destnîşan kiribû ku rejima Esed ji destpêka şerê navxweyî heya nîsana 2019an ji sed hezaran kesên ku revandine, jê 14 hezar û 9 kes di bin êşkenceyê da kuştin.AA

Dîroka nûkirinê: 02 Hezîran 2019, 23:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE