Li Sûriyeyê operasyona dijî çeteyan

Di operasyonê da 40 endamên çeteyan û gelek çek hatin girtin.

Li Sûriyeyê operasyona dijî çeteyan

Artêşa Azad a Sûriyeyê (AAS) li Raiya bajeroka Sûriyeyê operasyon birin ser komên çetetiyê dikin. Di operasyonê da 40 endamên çeteyan û gelek çekên wan hatin girtin. 

Li gor agahiyên ji çavkaniyên ewlekariyê hatin sitandin, Artêşa Azad a Sûriyeyê (AAS) li Raiya bajeroka Sûriyeyê ya ku dikeve hemberî Elbeyliya navçeya Kilîsê, dijî çeteyên ku gel aciz dikin û çetetiyê dikin operasyon kir.

Di operasyonê da Ebu Cewad Xarbî û Ebu Sedamê serokên çeteyan jî di nav de bi tevahî 40 kes hatin binçavkirin. 

AASê dest hilda ser çekên çeteyan û ciyên wan ên ku wek navend bikartanîn jî hildan bin kontrola xwe.  

Artêşa Azad a Sûriyeyê duh û pêr jî li bajarê Efrîn û Babê jî operasyon kiribû û gelek endamên çeteyan bi çekên wan ve girtibûn.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE