Li Sûriyeyê S-500 hat ceribandin

S-500a pergala fuzeyê ya parastina esmanî ya Ûris li Sûriyeyê hat ceribandin.

Li Sûriyeyê S-500 hat ceribandin

Hat ragihandin ku S-500a pergala fuzeyê ya parastina esmanî ya Ûris li Sûriyeyê hat ceribandin.

Li gor nûçeya ku rojnameya Ûris a İzvestiyayê dispêre Wezareta Parastina Rûsyayê û çavkaniyên sanayiya parastinê, dema ku S-500a pergala fuzeyê ya parastina esmanî hat ceribandin, hin erize çêbûn jî ev pirsgirêk demildest hatin çareserkirin.

Li gor nûçeyê ceribandina pergalê kuta bû û "serkeftî" hat qebûlkirin.

Wezîrê Parastina Rûsyayê Sergey Şoygu ragihandibû ku pergala S-500î wê di 2020î da ji artêşa Ûris ra were tedarîkirin.

Her wiha Şoygu diyar kiribû ku di operasyonên Sûriyeyê da 12 cure çekên ku ceribandina wan serkeftî nebû, dawî li çêkirina wan çekan anîn.

AA

Dîroka nûkirinê: 03 Cotmeh 2019, 12:08
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE