Li Sûriyeyê zarok bedela şerê navxweyî didin

Hat ragihandin ku ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyeyê bi milyonan zarok ji cî û warên xwe hatin kirin, piraniya wan bi destê rejima Beşar Esed û piştgirên wî ji 29 hezarî zêdetir zarok jî hatin kuştin.

Li Sûriyeyê zarok bedela şerê navxweyî didin

Hat ragihandin ku ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyeyê bi milyonan zarok ji cî û warên xwe hatin kirin, piraniya wan bi destê rejima Beşar Esed û piştgirên wî ji 29 hezarî zêdetir zarok jî hatin kuştin.

Neteweyên Yekbûyî (NY) her sal di 4ê hezîranê da ji bo nîşan bide ku li ser mafên zarokan dixebite "Roja Zarokên Bêguneh ên Qurbaniyên Pevçûnê ya Navneteweyî" li dar dixe. Vê carê bi bîr xist ku bedela şerê navxweyî yê li Sûriyeyê zarok didin.

Ji ber şerê navxweyî yê ji adara 2011î vir da li Sûriyeyê dewam dike bi milyonan zarên di emrê xwendinê da bi dengê bombe, teqîn, gule û teyareyan hişyar dibin û di nav tunebûnê da mezin dibin.

Li gor daneyên NYyê ji ber şerê navxweyî 2,5 milyonê wan zarok bi tevahî 6,7 milyon welatiyên Sûriyeyê cî û welatê xwe terk kirin.

Li gor agahiyên AAyê ji Kordînatoriya Midaxeleya Sûriyeyê ya li ser reqemên koçê yên Komîseriya Bilind a Penaberan ya NYyê dixebite berhev kir di pêvajoya şerê navxweyî yê Sûriyeyê da piraniya wan zarok 7-8 milyon kesî cî û warê xwe terk kir.

Li gor raporên Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), li Sûriyeyê ji 3 zarokan yek nikare perwerdeyê bibîne, gelekên wan jî ji îmkanên tenduristiyê mehrûm jiyana xwe didomînin.

Di rapora UNICEFê di 13ê adarê da weşandibû da hat diyarkirin ku ji ber êrîşên rejima Esed û piştgirên wê di navbera 1ê berfanbara 2019an û 5ê adara 2020î da kirin 575 hezar zarokan koç kir û bê mal man.

- Ji 29 hezarî zêdetir zarok hatin kuştin

Koma Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) ya binpêkirina mafên sivîlan belge dike û AAyê raporeke taybet a li ser zarên ji ber şer mexdûr bûne amade kirin.

Li gor raporê li Sûriyeyê ji adara 2011î vir da di pevçûnên aliyan da herî kêm 29 hezar û 296 zarok hatin kuştin, gelekên wan birîndar bûn an jî seqet man.

Artêşa rejimê û komên terorîst ên Îran piştgiriyê dide wan 22 hezar û 853 zarok kuştin. Di êrîşên Rûsyaya piştgiriyê dide rejimê da 2 hezar û 5 zarok hatin kuştin.

YPG/PKKya rêxistina terorê ya navê HDSyê bi kar tîne 223 û DEAŞa rêxistina 956 zarok kuştin.

Mixalifên eskerî komên çekdar ên li dijî rejimê 1053, hêzên koalisyona navneteweyî ya dijî DEAŞê 924 zarok kuştin. 1282 zarok jî bi destê kesên nayê zanîn hatin kuştin.

- 205 zarok bi qurbaniyên sîlahên kîmyewî yên rejimê

Li gor raporê rejima Esed ji adara 2011î vir da bi sîlahên kîmyewî 217 êrîş kirin. Di van êrîşan da 205 zarok hatin kuştin.

Rejima Esed 173 zarokên dîl girtibû bi êşkenceyê kuştin.

- Kêmzêde 5 hezar zarok dîlgirtî ne

Li gor agahiyên raporê, ji destpêka şerê navxweyî vir da bi dehan hezarî zarok dîl hatin girtin ji wan herî kêm 4 hezar û 816 zarok hê di destê komên çekdar da ne.

Di zîndanên rejimê da 3 hezar û 561 zarok di destê YPG/PKKya rêxistina terorê da jî 602 zarok hene.

Li Sûriyeyê di destê DEAŞa rêxistina terorê ya li herêmeke piçûk e jî 319 zarok hêsîr in.

Di destê komên çekdar ên dijî rejimê û mixalifên eskerî da jî 334 zarok dîlgirtî ne.

- Kêmzêde milyonek zar êtîm an jî sêwî man

Navenda Lêkolîna Civakî û Însanî ya ÎHHyê di 8ê gulanê da "Rapora Êtîman a 2020î" weşand û diyar kir ku li Sûriyeyê ji ber şerê navxweyî 9 milyon zarokên ji 18 salî piçûktir mihtacê alîkariyê ne.

Di raporê da wiha hat gotin: "Ji ber ku her dem koçê dikin hejmara êtîman tam nayê tesbîtkirin, tê texmînkirin ku ji ber şerê li welêt kêmzêde milyonek zarok êtîm an jî sêwî mane."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE