Li Sudanê hin kesên binçavkirî hatin berdan

Li Sudanê hin kesên mixalif yên ku serê sibê hatibûn binçavkirin hatin berdan

Li Sudanê hin kesên binçavkirî hatin berdan

 Li Atbaraya bajarê Sudanê çalakvanên mixalif yên ku di serê sibê hatibûn binçavkirin ji wan hin kes hatin berdan.  

Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji welatiyan hildan, li bajarê Atbarayê komeke çalakvanan ber bi navendên binçavkirinê va bi daxwaza ku hevalên wan bên berdan meşiyan.

Li ser vê hêzên ewlehiyê bi xaza îsotê midaxeleyî komê kir. Li ser çalakiyan eskeran hin kesên mixalif yên ku serê sibê hatibûn binçavkirin berdan. 

Li gor agahiyan di nav kesên ku hatin berdan de hin serokên mixalefetê jî hene. Der heqê nasnamayên kesên ku hatibûn berdan da tu agahî nehatin dayîn.

Li gor nûçeyên ku li çapemeniya welêt derketin piştî geşadenên serê sibê, firînên balafiran hatin sekinandin.

Li kuçeyan Hêzên Piştgiriya Bilez a girêdayî esker û artêşê cihê xwe digrin.

Li gor çavkaniyên herêmî, esker ji serê sibê vir va serok û endamên Partiya Kongreya Neteweyî binçav dikin.

Di radyo û têlevîzyona dewletê da ji serê sibê pê va sirûdên neteweyî û stran tên weşandin.AA

Dîroka nûkirinê: 12 Nîsan 2019, 10:38
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE