Wezîrê Parastina Sûdanê Awad bîn Awf ragihand ku artêşê dest danî ser birêvebiriya welêt û heyama derbasbûnê ya 2 salî dest pê kir.
Awf daxuyaniya xwe ya ji bo televîzyona dewletê da, da zanîn ku Konseya Eskerî ya Bilind a Sûdanê dest danî ser birêvebiriyê û Serokomar Omer el-Beşîr hat girtin.
Awf diyar kir ku destûra bingehîn hat rawestandin, Serokwezîrî, Parlemento û birêvebiriyên eyaletan hatin fesxkirin û heyama derbasbûnê ya 2 salî dest pê kir.
Awf got ku li welêt rewşa derasayî ya 3 mehî (OHAL) hat îlankirin û li tevahiya welêt seranserê mehekî ji saet 19.00ê pê va qedexeya derketina derva hat îlankirin.
Awf herwiha soz da ku xilasiya heyama derbasbûnê da dê hilbijartin bên kirin û ji bo ku birêvebirî dê bi rêyeke aştiyane bê dewrkirin dê atmosfera guncav pêk bînin.
Li Sûdanê ji 19ê kanûna pêşîn a 2018an vir va bihabûna tiştan dihat protestokirin û xwepêşandanên dihat xwestin ku Omer el-Beşîr dev ji wezîfeyê berde dihatin lidarxistin.
Piştî protestoyên ku roja şemiyê ji nû va geş bûn artêşa Sûdanê vê sibê saziyên dewletê yên girîng dorpêç kiribûn û serokên Partiya Kongreya Neteweyî ya li îqtidarê binçav kiribûn.AA