Li Sudanê Konseya Serweriyê û hikûmet hat fesihkirin

Li Sudanê Konseya Serweriyê û hikûmet hat fesihkirin

Serokê Konseya Serweriya Sudanê Orgeneral Ebdulfettah el-Birhan daxuyand ku wî Konseya Serweriyê û hikûmet fesih kir û rewşa derasayî îlan kir.

Birhan di têlevîzyona dewletê da daxuyanî da û diyar kir ku wan hikûmeta heyama berwext fesih kir û hin xalên Peymana Danezana Qanûna Bingehîn hildan asqiyê.

Birhan diyar kir ku wan li welêt rewşa derasayî ragihand, her wiha waliyên 18 eyaletan ji wezîfeyê hatin hildan.

Birhan soz da ku wê şopên rejima berê jê bibin û daxuyand ku xebatên komîteya têkoşîna gendeliyê dan sekinandin.

- Li Sudanê hewildana derbeyê

Li Sudanê îro serê sibehê Serokwezîr Ebdullah Hamduk û gelek siyasetmedar hatin binçavkirin.

Wezareta Enformasyonê ya Sudanê daxuyand, Serokwezîr Hamduk ji ber ku derbe red kir, loma hat binçavkirin û ew neqlî cihekî nayê zanîn kirin.

Li gelek deverên welêt ceyran û înternet hat birîn, hêzên eskerî li herêma Umdurmanê ya Hartuma paytext avêt ser navenda radyo û têlevîzyonê û gelek xebatkar hatin binçavkirin.

Piştî hewildana derbeyê şaxa sivîl a hikûmetê û gelek partiyên siyasî bangî gel kir ku derkevin kuçe û kolanan.

Piştî bangewaziyê bi hezaran kes li herêmên cuda yên Hartuma paytext civiyan û li dijî midaxaleya eskerî dest bi xwepêşandinê kir.

- Krîza siyasî ya li Sudanê

Yekîtiya Odeya Pîşeyan a Sudanê bi daxwaza xwedîlêderketina "şoreşa gel" a berfanbara 2018an û derbasbûna rêvebiriya sivîl, nêzî 2 hefteyan e ku li gelek bajaran xwepêşandinên ku piştgiriyê didin "şoreş" û hikûmeta sivîl a heyî li dar dixistin.

Yekîtiyê berê jî pêşengiya protestoyên gel ên girseyî ku dawî li îqtidara 30 salan a Omer el Beşîrê Serokomarê berê anî, kiribû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE