Li Sudanê "serhildan" hat şikestin û 43 saloxgêr hatin binçavkirin

Li Sudanê hêzên ewlehiyê di operasyona birin ser Şaxa Operasyonên girtî ya navend li paytext ku girêdayî Teşkîlata Îstixbaratê bû da 43 wezîfedarên (saloxgêr) îstixbaratê binçav kirin.

Li Sudanê "serhildan" hat şikestin û 43 saloxgêr hatin binçavkirin

Li gor nûçeyên di çapemeniya herêmî da hêzên ewlehiyê bi tank û çekên giran va çar aliyê baregeha li herêma Kafuriyê ku saloxgêr tê da bûn û teslîmbûnê red dikirin, girt. Di operasyonê da kontrola baregehê ji destê saloxgêrên bi çekan va li ber xwe didan, hat hildan.

Ji ber bûyerê 43 wezîfedarên îstixbaratê hatin binçavkirin û îstixbarata Sudanê ragihand ku serhildana mensûbên Şaxa Operasyonan dabû destpêkirin di encama lihevrûniştinê da qediya û saloxgêr tevlî çekên xwe teslîm bûn.

Çavkaniyek eskerî gotibû ku eskerên di Şaxa Operasyonan da cih digirtin ji ber girtina beşê, cih guhertin û biryara teqawîdbûnê îtiraz kirin.

Hin saloxgêrên di bin Şaxa Operasyonan da dixebitîn bi hinceta ku pereyê piştî bi dawîbûna wezîfeya didin wan kêm hesibandin û bi vê hincetê jî li cihên curbecur ên Hartumê, baregehên îstixbaratê û nêzî balafirgehê dest bi protestokirinê kiribûn û gule berî hewayê didan û teslîmî hêzên ewlehiyê nedibûn.

AA

Dîroka nûkirinê: 15 Çile 2020, 17:35
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE