Li Sudanê yekîneyên artêşê Serokwezîr Hamduk û serokên partiyên ku şirîkê hikûmeta koalîsyonê ne binçav kirin

Li Sudanê yekîneyên artêşê Serokwezîr Hamduk û serokên partiyên ku şirîkê hikûmeta koalîsyonê ne binçav kirin

Hat ragihandin ku li Sudanê grûbek esker serê sibehê Serokwezîr Ebdullah Hamduk û serokên partiyên ku şirîkê hikûmeta koalîsyonê ne binçav kirin.

Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê ji şahidan hilda, piştî ku pêşengên koalîsyona îqtidar hatin binçavkirin, li hin herêmên Hartumê protestoyan dest pê kir.

Di nav kesên ku hatin binçavkirin da Serokwezîr Hamduk û rêvebirên Hêzên Azadî û Guherînê jî tê da hene.

Piştî binçavkirinan li paytext Hartumê xwepêşandinên protestoyan dest pê kirin û xwepêşandêran hin rê girtin û agir berdan lastîkan.

Wezareta Enformasyonê ya Sudanê jî diyar kir ku hin endamên Konseya Serweriyê û hin wezîrên hikûmeta berwext ji aliyê hêzên eskerî va hatin girtin.

Li welêt piştî qerebalixiya eskerî xetên înternet û têlefonan hatin birîn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE