Li Suriyeyê di 2019an da 3 hezar û 364 sivîl hatin kuştin

Li Suriyeyê artêşa Beşar Esed û hêzên rejimê yên ku ji komên terorîst ên biyanî yên bi piştgiriya İranê pêk tên 371 jê zarok, 333 jin bi tevahî hezar û 497 kes qetil kirin

Li Suriyeyê di 2019an da 3 hezar û 364 sivîl hatin kuştin

Tora Mafên Mirovan a Suriyeyê (SNHR) ragihand ku di sala 2019an da piranî bi destê rejima Esed û Rusyaya alîgirê wê 842 jê zarok û 747 jê jin bi tevahî 3 hezar û 364 sivîl hatin kuştin.

Di rapora dawiya salê ya ku SNHRyê ji bo AAyê amade kir da hat diyarkirin ku di nav sala 2019an da 842 jê zarok, 747 jê jin bi tevahî 3 hezar û 364 Suriyeyî hatin kuştin.

Li gor raporê artêşa Beşar Esed û hêzên rejimê yên ku ji komên terorîst ên biyanî yên bi piştgiriya Îranê pêk tên 371 jê zarok, 333 jin bi tevahî hezar û 497 kes qetil kirin.

Di êrîşên Rusyaya piştgirê rejima Esed da jî 112 jê zarok, 119 jin bi tevahî 452 sivîl hatin kuştin.

Îsal jimara sivîlên ku hêzên rejimê û Rusyayê qetil kirin gihaşt hezar û 949an.

- YPG/PKK 164 sivîl kuştin

YPG/PKKya rêxistina terorê 50 jê zarok, 32 jê jin 164 sivîl kuştin.

Ji ber êrîşên hêzên koalîsyona di bin serkêşiya Amerîkayê da jî 20 jê zarok, 17 jê jin bi tevahî 68 sivîl hatin kuştin.

DEAŞa rêxistina terorê 11 jê zarok, 8 jê jin bi tevahî 94 sivîl kuştin, di pevçûnên ku mixalifên eskerî û komên çekdar ên dijberê rejimê ketinê da 14 zarok, 8 jê jin 70 sivîl hatin kuştin.

Aliyên nasnameya wan nediyar 264 jê zarok, 230 jê jin bi tevahî hezar û 19 sivîl kuştin.

Di nav kesên ku ji ber êrîşan hatin kuştin da ji ekîbên Parastina Sivîlan (Kumspî) 17, ji xebatkarên çapemeniyê 13 û ji xebatkarên tenduristiyê jî 26 kes hatin kuştin.

- Ji êşkenceyê bi tevahî 305 kes mirin

Ji sedî 90î zêdetir bi destê hêzên rejimê bi tevahî 305 kes ji ber êşkenceyê mirin.

Rejimê di sala 2019an da li bajarên cuda yên Suriyeyê 275 kes bi êşkencekirinê kuşt.

Terorîstên YPG/PKKYî ji kesên ku girtine 13, mixalifên eskerî û komên çekdar ên dijberê rejimê jî 8 kes û aliyên nasnameya wan nediyar jî 9 kes bi êşkenceyê kuştin.

- Rejim û Rusyayê li navendên jiyanê xistin

Rejima Esed û Rusyayê li Suriyeyê bi tevahî 752 caran navendên jiyanê hedef girtin.

Hêzên rejimê 165 caran êrîş bir ser dibistanan, 55 caran êrîş bir ser navendên tenduristiyê û 155 caran jî êrîş bir ser îbadetxaneyan. Hêzên Ûris jî dibistan 35 caran, navendên tenduristiyê 27 û navendên îbadetê jî 30 caran bombe kir.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE