Tora Mafên Mirovan a Suriyeyê (SNHR) ragihand ku li Suriyeyê meha çûyî 145 sivîl di êrîş û pevçûnan da hatin kuştin.
Di rapora meha adarê ya ku SNHRyê amade kir da hat diyarkirin di adarê da jê 28 zarok, jê 16 jin, bi tevahî 145 Suriyeyî hatin kuştin.
Li gor raporê artêşa Beşar Esed û hêzên rejimê yên ku ji komên terorîst ên biyanî pêk tên û Îran piştgiriyê dide wan jê 5 zarok, 3 jî jin bi tevahî 36 kes qetil kirin.
Di êrîşên balafirên şer ên Rûsyaya da jî jê 2 zarok, 7 jin bi tevahî 19 sivîl hatin kuştin.
YPG/PKKya rêxistina terorê jî li herêmên dagirkirî jê 2 zarok, tevahî 12 sivîl kuşt.
Komên çekdar ên dijî rejimê 2 sivîl kuştin.
Ji 19 zarok, 6 jin, tevahî 76 sivîl jî ji hêla komên din va hatin kuştin.
Li Suriyeyê îsal di meha çileya pêşîn da 286, di sibatê da 276, di adarê da jî 145 tevahî 707 sivîl hatin kuîtin.
Li gor raporê meha çûyî 14 kes ji ber îşkenceyan hatin kuştin ku jê 12 kes ji ber îşkenceyên rejimê mirin.
AA