Li Sûriyeyê meha çûyî 198 kes bi îşkenceyê hatin kuştin

SNHRyê daxuyand li Sûriyeyê di meha tebaxê de jê 194 kes ji hêla rejima Beşşar Esed va, tevahî 198 kes bi îşkenceyê hatine kuştin

Li Sûriyeyê meha çûyî 198 kes bi îşkenceyê hatin kuştin

Tora Sûriyeyê a ji bo Mafên Mirovan (SNHR) daxuyand li Sûriyeyê meha çûyî jê qismeke mezin ji hêla rejima Beşşar Esed va 198 kes bi îşkenceyê hatine kuştin.

SNHR di meha tebaxê de raporek weşand û got 198 kes bi îşkenceyê mirine.

Di raporê de hat gotin meha çûyî li bajarên cuda ên Sûriyeyê 194 kes bi îşkenceyê hatine kuştin.

Hat gotin YPG/PKKya rêxistina terorê meha borî kesek, DEAŞa rêxistina terorê jî jinek bi îşkenceyê hatine kuştine.

Di raporê de hat destnîşankirin 2 kes jî ji hêla kesên nasnameya wan nediyar va bi îşkenceyê hatine kuştin.

Hat gotin meha çûyî li Şamê 7, li çol û bestên Şamê 37, li Dêrayê 2, li Xumsê 14, li Hemayê 4, li Îdlibê 3, li Helebê 5, li Lazqiyeyê 13, li Deyrizorê 3, li Reqayê 1, li Hesekeyê 104, li Sûvyedayê jî kesek bi îşkenceyê hatine kuştine.

SNHRyê di rapora xwe ya meha çûyî de gotibû di destê rejima Beşşar Esed de bi sed hezaran kes hene. Rejimê eşkere kiriye ku ji van jê 836 mirine û wan cawa miriyan ji malbatên wan re daye.

Li gor çavkaniyên muxalif ên ji Sûriyeyê ne di girtîgehên rejimê de herî kêm 500 hezar kes hene.

 

 

AA

Dîroka nûkirinê: 02 îlon 2018, 17:25
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE