Li Swêdê nameya tehdîdê şandin mizgeftê

Shadî Kasskeenê berdevkê mizgeftê daxuyanî da SVTya televizyona dewletê û diyar kir ku di nameyê da toza sipî û peyama tehdîdê hebû.

Li Swêdê nameya tehdîdê şandin mizgeftê

Li Uppsalaya bajarê Swêdê nameya tehdîdê ya tê da toza sipî hebû şandin mizgeftekê.

Shadî Kasskeenê berdevkê mizgeftê daxuyanî da SVTya televizyona dewletê û diyar kir ku di nameyê da toza sipî û peyama tehdîdê hebû.

Kaaskeen got, "Me dest neda toza sipî. Me rasterast xeber da polêsan. Di peyama tehdîdê da jî 'em we li vê derê naxwazin' nivîsîbûn. Cimaeta dihat mizgeftê ji ber vê tirsiya. Lewra berê jî tiştên wiha hatin serê me. Berê jî miztefta me hatibû tehdşdkirin."

Di daxuyaniya Ewlekariya Uppsalayê da hat gotin ku di encama lêkolînan da hat dîtin ku toz bêzirar e, ji ber sûcên rikdarî û tehdşdê lêpirsîn dan destpêkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE