Li Swêdê êrîşî goristina Mislimanan kirin

Li Swêdê êrîşî goristina Mislimanan kirin

Li Rosengarda herêma Malmoya bajarê Swêdê goristaneke Mislimanan rastî êrîşê hat.

Hat ragihandin ku di êrîşê da kêlikê 10 merzelan hatin xirabkirin û polêsan li ser bûyerê lêkolîn dan destpêkirin.

Mîkaîl Yukselê Serokê Giştî yê Partiya Rengên Cuda ya li Swêdê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di van salên dawîn da li Swêdê çalakiyên rikdariyê yên li dijî Mislimanan zêde bûn.

Yuksel got ji ber êrîşa dijî goristana li Malmoyê gelekî li ber xwe ketin û wiha pê da çû: "Rojeke ku dijî Mislimanan tiştekê nekin nema. Misliman li Swêdê û Ewropayê koma herî mexdûr in ligel vê hikûmet û partiyên siyasî tevdîreke berbiçav hilnadin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE