Li Swêdê êrîşê mizgeftê kirin

Êrîşa çekdarî birin ser mizgeftekî li Malmoya bajarê Swêdê.

Li Swêdê êrîşê mizgeftê kirin

Êrîşa çekdarî birin ser mizgeftekî li Malmoya bajarê Swêdê. 

Li gor nûçeya STVya televîzyona dewletê di êrîşa çekdarî ya li bajarê Malmoyê ya li ser Mizgefta Mahmood de tu kes nemir an jî birîndar nebû.

Berdevka Midûriyeta Ewlehiyê Anna Goranssoyê got ku di êrîşê de 3 camên mizgeftê şikestin û der barê bûyerê de ji ber teşebûsa cinayetê lêpirsîn hat destpêkirin.

Serokê Mizgeftê Kareem Lone got ku "Nişetcihan zen kirine ku dengê çekan fişengên asîmanî yên pîrozbahiyên sersalê ne. Me dît ku camên dîwarên derve yên mizgeftê şikestine û me xeber da polêsan. Polêsan li cihê bûyerê çend qalikên guleyan dîtin."

Lone da zanîn ku hêj sedema êrîşê nayê zanîn û lêkolînên polêsan dewam dikin û hêj der barê bûyerê de tu kes nehatine binçavkirin.AA

Dîroka nûkirinê: 02 Çile 2019, 17:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE