Li Stockholma paytextê Swêdê ji hêla Lîseya Vîktor Rydberg va dijî cihêkarî û nijadperestiyê çalakî hat lidarxistin.
Ji bilî Partiya Demorat a Swêdê (SD) ku dijberê koçberan tê zanîn gelek partiyên siyasî û sazî li çalakiyê xwedî derketin û piştgirî dan çalakiyê. Di çarçoveya çalakiyê da nêzî 5 hezar kes li Meydana Raoul Wallenbergê kom bûn û diruşmeyên "Em di kolanên xwe da nijadperestan naxwazin" berz kirin.
Çalakvanan di destên xwe da pankartên ku li serê "Hemû bi hev ra ji nijadperestiyê ra bibêjin na", "Ciwan li dijî nijadperestan in" nivîsîbûn radikirin.
Tevlî gelek Swêdiyan ji nijadên din jî kom û kes tevlî çalakiyê bûn û kesên xeberdan jî peyamên li dijî "tundî, şer, nijadperestî, Îslamofobî û antîsemîtîzê" bû dan.
AA