Li Swîsreyê alîgirên PKKyê êrîşî Mihrîcana 23ê Nîsanê kirin 6 kes birîndar bûn

Li Swîsreyê alîgirên PKKyê êrîşî Mihrîcana 23ê Nîsanê kirin 6 kes birîndar bûn

Li Basela bajarê Swîsrealîgirên PKKya rêxistina terorê êrîşî Mihrîcana Zarokan a Navneteweyî ya 23ê Nîsanê kirin, herî kêm 6 kes birîndar bûn.

Li gor agahiya welatiyên Tirk ên beşdarî mihrîcanê bûne, alîgirên PKKyê piştî çalakî qediya û der û dor dihat berhevkirin hatin li cem Tirkan û peyv avêtin wan.

Komeke qasî 30 kesî dijî Serokmarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan dirûşme berz kirin û bariyerên li qadê berjêr kirin û êrîşî Tirkan kirin.

Hat ragihandin di êrîşê da herî kêm 6 kes birîndar bûn.

Ji hêla din rojnameya Swîsreyê ya bi navê 20 Minuten der barê êrîşê da serenava "Alîgirên PKKyê û Tirk di Mihrîcana zarokan da pev çûn" bi kar anî, lê paşê ev serenav wek "Tirk û Kurd di Mihrîcana Zarokan da pev çûn" guherand.

- Wezareta Karên Derva êrîş şermezar kiribû

Mihrîcana Zarokan a Navneteweyî ya 23ê Nîsanê her sal tê lidarxistin ku îsal jî li Baselê bi beşdariya 1000 kesî va hatibû lidarxistin.

Piştî mihrîcanê komeke alîgirên PKKyê êrîşî beşdarvanan kiribû.

Wezareta Karên Derva ya Tirkiyeyê êrîş şermezar kiribû û bang kiribû êrîşkar bên girtin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE