Li Swîsreyê di navbera alîgirên YPG/PKKyê û polêsan da pevçûn

Li Swîsreyê di navbera alîgirên YPG/PKKyê û polêsan da pevçûn

Li Berna paytextê Swîsreyê di navbera alîgirên YPG/PKKya rêxistina terorê û polêsan da pevçûn derket. 

Li gor agahiyan qasî 2 hezar alîgirên rêxistina terorê bi bahaneya protestokirina Herekata Kaniya Aştiyê ya ku Tirkiye li bakurê Sûriyeyê civiya. 

Çalakvanên alîgirên rêxistina terorê li îstasyona trênê ya Bernê kom bûn û piştra ber bi Balyozxaneya Bernê ya Tirkiyeyê va meşiyan. 

Çalakvan di saet 19.00an da gihiştin deriyê balyozaneyê û li vir bi kevir û daran êrîşî polêsên Swîsreyê kirin. 

Polêsan li ser vê ji bo hişyariyê gule berdan hewayê. 

Berdevkê Polêsan Jolanda Eger daxuyanî da çapemeniya Swîsreyê û got ku alîgirên YPG/PKKya rêxistina terorê êrîşî wan kirin. Eger got ku wan jî bi ava bitazîk û û copan midaxeleyî komê kir. 

Ji hêla din va alîgirên rêxistinê, afîşên ku propogandaya rêxistina terorê dikin li îstasyona trênê û banên avahiyan va daliqandin. 

AA

Dîroka nûkirinê: 12 Cotmeh 2019, 16:53
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE