Li Tacikistanê 14 mehkûm jehrî ketin û mirin

Hat gotin mehkûmekî nanê xwe bi mehkûmên din ra parve kiriye û ew ji ber vî nanî jehrî ketine

Li Tacikistanê 14 mehkûm jehrî ketin û mirin

Hat ragihandin li Tacikistanê 14 mehkûm jehrî ketin û mirin.

Li gor daxuyaniya Midûriya Giştî ya Girtîgehan a Wezareta Edaletê, duh li bajarê Soxdê di nav da 8 jin tevahî 128 mehkûm bi wesayîtan va ji 3 girtîgehan sewqî girtîgeheke nêzîkî Duşanbeyê hatin kirin.

Dema sewqkirinê mehkûmekî 3 nanê xwe da 16 mehkûman û wan bi hev ra nan xwar.

Hat gotin piştî demekê mehkûmên nan xwarin vereşiyan, serêşa wan dest pê kir û ew rakirin nexweşxaneyê. Lê heta wesayît gihîşt nexweşxaneyê 14 mehkûm di rê da mirin.

Di daxuyaniyê da hat gotin 2 mehkûm hatin xilaskirin û rewşa 112 mehkûman jî baş e.

Li gor daxuyaniyê ji bo vê bûyerê lêkolîn bike komek hatiye avakirin.

Par di meha mijdarê da dîsa li Tacikistanê di Girtîgeha Hocandê da mehkûman serî hildabûn. Di serîhildanê da 2 gardiyan û 25 mehkûm mirîbûn.

Di meha gulanê da jî li girtîgeheke nêzîkî paytext Duşanbeyê dîsa serhildan çêbûbû, 3 gardiyan û 29 mehkûm mirbûn.

AA

Dîroka nûkirinê: 09 Tîrmeh 2019, 12:25
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE