Li Îtalyayê 84 milyon hebên hişbir hatin bidestxistin

Li gor nûçeyên di çapemeniya Îtalyayê da cî digire di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Napoliyê da di lengergeha Salernoyê ya li başûrê welêt di 3 konteyneran da lêgerîn hat kirin.

Li Îtalyayê 84 milyon hebên hişbir hatin bidestxistin

 Li Îtalyayê polêsê malî bi operasyona li dar xist 84 milyon hebên hişbir bi dest xist.

Li gor nûçeyên di çapemeniya Îtalyayê da cî digire di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Napoliyê da di lengergeha Salernoyê ya li başûrê welêt di 3 konteyneran da lêgerîn hat kirin.

Polêsên malî di nav gundorên kaxiz da veşartî 84 milyon hebên hişbir ên ku giraniha wan 14 ton e bi dest xistin.

Hat diyarkirin ku hebên navborî li Sûriyeyê hatine çêkirin û ên DEAŞa rêxistina terorê ne.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE