Li Îtalyayê balafireke piçûk ket: 8 mirî

Li Îtalyayê balafireke piçûk ket: 8 mirî

Li Mîlanoya bajarê Îtalyayê balafireke piçûk piştî ku rabû, demeke kin şûnda ket û 8 kes tê da mirin.

Li gor nûçeya ANSAya ajansa nûçeyan a Îtalyayê, balafireke taybet ji Balafirgeha Lînateyê ya Mîlanoyê rabû ku here bajarê Olbiayê ya li Girava Sardînyayê, lê piştî ku rabû demeke kin şûnda ji ber sedemeke ku hê nayê zanîn, ket. 

Hat ragihandin ku balafir li texma San Donatoyê ya Mîlanoyê li ser otoparkeke ku hê înşeat e ket, di bûyerê da yek jê zarok 8 kes mirin.

Hat gotin, li cihê ku balafir lê ket, dengê teqînê hat birhîstin û ekîbên îtfaiyeyê çûn cihê bûyerê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE