Li herêma Grava Sîcîlyayê ya ku dikeve başûrê Îtalyayê piştî Etnayê Çiyayê Agirîn ê Stromboliyê jî diteqe.
Hat ragihandin ku li herêma Grava Sîcîlyayê çiyayê agirîn ê Stromboliyê ku li Gravên Eolieyê ye, cardin lav û xulav derdixe.
Li gor nûçeya Ansaya ajansa nûçeyan a Îtalyayê ku dispêre çavkaniyên Saziya Parastina Sivîl, ji ber ku Çiyayê Agirîn ê Stromboliyê diteqe, li herêmê elerima "zer" hat dayîn.
Pisporên jeolojîk ên Îtalyan dibêjin ji ber ku di Etnayê da teqîn çêbûn, loma di Stromboliyê da jî teqîn çêdibin.
Çiyayê Agirîn ê Etnayê jî du roj in diteqe û li derdora bajarê Katanyayê di 24 saetên dawîn da 750 erdhej hatin tesbîtkirin.AA
Dîroka nûkirinê: 26 Kanûn 2018, 17:27