Li bakurê Îtalyayê ji ser xeta teleferîkê ya Stresa-Mottaroneyê qebîna teleferîkê ya diçû, qetiya û daketibû jêr û hejmara miriyan jî derket 14an.
Şaxa Lêgerîn û Xilaskirinê ya Kankerî û Çiyayên Alpê yên Neteweyî ya Îtalyayê ragihand ku li herêma Piemonte qebîneke xeta teleferîka di navbera bajaroka Stresa û Mottaroneyê da dema ji hewayê va diçû ji nişka ve ketibû û hejmara kesên di qezayê da can dan bi mirina sebiyekî 9 salî va gihîşt 14an.
Hat gotin ku di dema qeza çêbû da di qebîna teleferîkê da 15 kes hebûn û niha tedawiya sebiyê 5 salî jî dewam dike.
Li gor nûçeyên di çapemeniya Îtalyayê da weşiyan Dozgeriya Komarê ya Verbaniayê der heqê qezaya teleferîkê ya duh çêbû da lêpirsîn da destpêkirin.
AA