Hat ragihandin ku di navbera Toskana û Emîllîa-Romagnaya herêmên Îtalyayê firokeya taybet a ku tê da 7 kes hebûn winda bû.
Di xebera ANSAya ajansa Îtalyayê da hat diyarkirin ku danê sibê firokeya cureya Agusta Koala "AW119" a ku ji Balafirgeha Cappannorî Tassîgnano ya li ser bajarê Luccayê bi firê ket ji radarê winda bû.
Hat gotin ku xebatên lêgerîna firokeyê li aliyên sînor ên herêmên Toskana û Emîllîa-Romagnayê didomin.
Di xeberê da hat gotin ku di firokeyê da 6 biyanî û pîlotekî Îtalyan hebû, ji biyaniyan 4 jê Tirk, 2 jê jî Lubnanî ne.
Agahî hat dayîn ku xebatên lêgerînî bi şev hatin rawestandun û sibehê dê dîsa dest pê bikin.
AA