Serokwezîrê Îtalyayê Gîuseppe Conte ragihand ku li welatê wî aşiyên ku dijî vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) hatin pêşxistin li milyonek mirovî hat xistin.
Conte ji ser hesabê xwe yê Twîtterê got ku "Milyonekî Îtalyan aşiya Kovîd-19ê li xwe xistin. Ji ber vê berdêla derasayî ya ku nîşan da ji bo pergala me ya tenduristiyê ya neteweyî û welatiyên me ji dil spas. Îtalya ji hêla jimara mirovên tên aşîkirin va di nav Yekîtiya Ewropayê da di rêza ewil da ye."
Li gor daneyên dawîn ên ku ji Komîseriya Tedarika Acîl a Serokwezîriyê ya ku di çarçoveya têkoşîna dijî şewba vKovîd-19ê da hat avakirin hat parvekirin li welatê ku kampanyaya aşîkirina giştî di 27ê kanûna pêşîn a 2020an da dest pê kir li welêt jimara kesên aşî bûn derket milyonek û 2 hezar û 44an.
Îtalyaya ku ji serê aşîkirinê vir va di 20 rojan da bi tevahî milyonek û 408 hezar û 875 doz aşî peyda kir ji vana ji sedî 71,1ê wê emiland.
Di çarçoveya hat diyarkirin da pêşî xebatkarên tenduristiyê hatin aşîkirin û heta niha 754 hezar û 901 xebatkarên tenduristiyê hatin aşîkirin.
AA