Li Îtalyayê jimara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin derket 14 hezar û 681î

Midûrê Giştî yê Parastina Sivîlan Angelo Borrellî agahiyên dawîn ên der barê şewba Kovîd-19ê ya ku 6 hefte ye li welêt dewam dike da civîna çapemeniyê li dar xist.

Li Îtalyayê jimara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin derket 14 hezar û 681î

 Li Îtalyayê jimara kesên ku ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin di 24 saetên dawîn da 766 zêde bû û derket 14 hezar û 681î.

Midûrê Giştî yê Parastina Sivîlan Angelo Borrellî agahiyên dawîn ên der barê şewba Kovîd-19ê ya ku 6 hefte ye li welêt dewam dike da civîna çapemeniyê li dar xist.

Borrellî ragihand ku li welêt jimara waqieyên vîrusa koronayê ya nû gihaşt 85 hezar û 388an, dema yên mirin û baş bûn jî li ser vê jimarê hat zêdekirin jimara kesên ku bi Kovîd-19ê ketin bi tevahî derdikeve 119 hezar û 827 kesan.

Midûrê Giştî yê Parastina Sivîlan eşkere kir ku jimara kesên başbûyî 1480 zêde bû û derket 19 hezar û 758an, jimara miriyan jî di 24 saetên dawîn da 766 kes zêde bû û derket 14 hezar û 681î.

Borrellî got ku di unîteya nexweşiyên giran da 4 hezar û 68 kes hene, dê tevdîrên karantînayê bên sisitkirin, dê hikûmet biryar bide ka dê kengî derbasî merhaleya ku dibêjinê faza 2yemîn bibin, tevdîrên berdest dê heta 13ê nîsanê dewam bikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE