Li Îtalyayê jimara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin gihîşt 2158an

Şewba Kovîd-19ê ya ku li Çînê dest pê kiribû di 21ê Sibatê da li welatê Îtalyayê zêdetir tesîra xwe nîşan da û ev 3 hefte ye jî dewam dike û hejmara miriyan ji 2 hezarî derbas bû.

Li Îtalyayê jimara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin gihîşt 2158an

 Li Îtalyayê jimara kesên ku ji ber şewba vîrusa koronayê ya bi tîpa nû (Kovîd-19) mirin 349 kes zêde bû û gihîşt 2158an.

Şewba Kovîd-19ê ya ku li Çînê dest pê kiribû di 21ê Sibatê da li welatê Îtalyayê zêdetir tesîra xwe nîşan da û ev 3 hefte ye jî dewam dike û hejmara miriyan ji 2 hezarî derbas bû.

Midûrê Giştî yê Parastina Sivîl Angelo Borellî der barê rewşa dawîn a şewba Kovîd-19ê ya li welêt da li paytext Romayê civîna çapemeniyê ya rojane parve kir.

Borellî destnîşan kir ku li welêt hejmara weqayên Kovîd-19ê derket 23 hezar û 73yan û yên mirî û kesên hatin dermankirin jî dema li vê bê zêdekirin ev reqem dibe 27 hezar û 980.

Di parvekirina xwe da Borellî destnîşan kir ku jimara miriyan 349 kes zêde bû û bi tevahî 2158 kes mirin.

Borellî got ku duh 2 hezar û 335 kesên ji ber şewba Kovîd-19ê dihatin tedawîkirin baş bûn û îro ev reqem 414 kes zêde bû û gihîşt 2749an.AA

Dîroka nûkirinê: 17 Adar 2020, 17:56
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE