Li Îtalyayê jimara kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirin derket 631an

Li Îtalyayê jimara kesên ku ji ber vîrusa koronayê ya nû 168 kesên din jî mirin û jimara miriyan derket 631an

Li Îtalyayê jimara kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirin derket 631an

Li Îtalyayê jimara kesên ku ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin 168 kes zêde bûn û derket 631an.

Li welêt nêzî 20 roj berê vîrus derket û ji ber şewba Kovîd-19ê rewş xerabtir dibe.

Midûrê Giştî yê Parastina Sivîlan Angelo Borellî li ser rewşa dawîn a şewba Kovîd-19ê li paytext Romayê di civîna çapemeniyê ya rojane da parve kir.

Borellî ragihand ku li welêt jimara kesên ku vîrus kişiyaye wan 8 hezar û 514 e, bi mirî û kesên qenc bûn va vîrus kişiya 10 hezar û 149 kesan.

Angelo Borrelli diyar kir, jimara miriyan îro 168 zêde bû û derket 631 kesan.

Borellî got ku jimara kesên ku vîrus kişiya wan û paşê qenc bûn jî îro 280 zêde bûn û derket 1004 kesan.

Serokê Saziya Tenduristiyê ya Bilind a Îtalyayê Silvio Brusaferro jî beşdarî civîna çapemeniyê bû û diyar kir, di nav kesên ku vîrus kişiyayê da ji sedî 5-7 kesên ku emrê wan hê nebûye 30 salî ne.

AA

Dîroka nûkirinê: 12 Adar 2020, 17:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE