Li Îtalyayê panela Xirabreşkê

Di panela li Romayê de danasîna Girê Mirazan a 12 hezar salî hat kirin...

Li Îtalyayê panela Xirabreşkê

Li Romaya paytextê Îtalyayê panel û pêşaneyeke taybet hat lidarxistin. Di panelê de danasîna girê Xirabreşkê yê 12 hezar salî hat kirin. gelek kes beşdarî panelê bûn. di çalakiyê de vîrtîozê gîtarê yê navdar ahmet kanneci jî ahengeke muzîkê pêşkêş kir.

Girê Xirabreşkê bi dîroka xwe ya beriya 12 hezar salan li dinyayê wekî perestgeha herî kevin tê qebûlkirin

Xirabreşkê di heyama neolîtîkê de li ser kevirên gelek mezin û giran şiklên heywanan hatine çêkirin. Ev stûn ew çend girîng in ku divê dîroka mirovahiyê careke din were nivîsandin.

Girê Xirabreşkê di Lîsteya Mîratên Cihanê ya UNESCOyê de ye jî.

Ji bo danasînê li Romaya Îtalyayê panel û pêşaneyeke wêneyan hat lidarxistin.

Çalakî ji aliyê Navenda Çanda Tirkiyê ya li Romayê ya Enstîtuya Yunus Emre ve hat lidarxistin û gelek kes beşdar bûn.

Alîkara Wezîrê Çand û Turîzmê Özgül Özkan Yavuzê destnîşan kir ku li ser Girê Xirabreşkê bi hesasiyeteke mezin xebat tên kirin.

Di sala 2018an de 5 hezar kes hatibûn Xirabreşkê, lê piştî xebatan di nîva ewil a sala 2019an de 175 hezar kes hatin serdanê.

Alîkara Wezîrê Çand û Turîzmê Özgül Özkan Yavuz:Em wek dewlet û Wezaret ji bo Xirabreşkê gelek xebatan bi rê ve dibin. Her wiha em dixwazin ku çawa îşev li vir çêbû, saziyên me yên sivîl di vê mijarê de bixebitin û piştgiriyê bidin çalakiyên danasînê.

Piştî panelê vîrtîozê gîtarê yê navdar Ahmet Kanneci ji repertuwara xwe ya berhemên Tirk û yên Îtalî ahengeke muzîkê pêşkêş kir.

Dîroka nûkirinê: 24 Cotmeh 2019, 17:34
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE