Li taxa Şêx Cerahê ya Qudsê silav dan Türkiye û Serok Erdogan

Aktivîsta Filistînî Umm Eymen: "Em ji dilê Şêx Cerah ji gelê me yê Türkiyeyê ra silavê dişînin. Bi milyonan silav li ser Erdogan be jî"

Li taxa Şêx Cerahê ya Qudsê silav dan Türkiye û Serok Erdogan

Li taxa Şêx Cerahê ya Qudsê silav dan Türkiye û Serokomar Erdogan

- Aktivîsta Filistînî Umm Eymen:
- "Em ji dilê Şêx Cerah ji gelê me yê Türkiyeyê ra silavê dişînin. Bi milyonan silav li ser Erdogan be jî"

QUDS (AA) - Li taxa Şêx Cerah a Qudsa Rojhilat a ku di binê dagirkeriyê da ye, dema protestokirina plana Îsraîlê ya ku bi darê zorê Filistîniyan ji malên wan derdixe, aktivîsta Filistînî Fatima Es-Susê (Umm Eymen) ji gelê Türkiye û Serok Recep Tayyîp Erdogan ra silav şand.

Ji nîvê meha remezanê vir va Filistînî li dijî plana îskanê ku Îsraîl wan ji malên wan derdixe da ku niştecihên cihû li şûna wan bi cih bike, her êvar piştî fitarê xwepêşandinên protestoyê li dar dixin û hema bêje her êvar rastî midaxeleya polêsên Îsraîlê tên.

Li taxa Şêx Cerah di protestoyekê da Umm Eymenê ekîba AAyê dît, pir şa bû û derbasî pêşiya kamerayê bû û wiha got, "Em ji dilê Şêx Cerah ji gelê me yê Türkiyeyê ra silavê dişînin. Bi milyonan silav li ser Erdogan be jî."

Umm Eymenê wiha got, "Erdogan nûra her du çavên min e, hadê were û Filistînê bigihîne azadiya wê."

Umm Eymenê bal kişand ser rojên ku Dewleta Osmaniyan serdestê Filistînê bû û wiha bangî Serok Erdogan û gelê Türkiyeyê kir, "Hadê werin û Dewleta Osmaniyan cardin ava bikin. Ne tenê 500 salî, em bi hezaran sal bi hev ra bijîn."

Serok Erdogan di daxuyaniya xwe ya roja paşînê da gotibû, "Îsraîla zalim, Îsraîla dewleta terorê, bi hovîtî û bêexlaqî êrîşî Misilmanên li Qudsê yên armanca wan bi tenê ew e ku malên xwe yên bi hezaran salî û welatê xwe biparêzin dike."

- Dadgehên Îsraîlê îtirazên malbatên Filistînî red kiribû

Tirs û fikara 27 malbatên Filistînî yên di xetereyê da ne ku malên xwe bidin der bi tundiya dadgehên Îsraîlê va hate asteke nû.

Dadgeha Silhê ya Qudsê li ser daxwaza niştecihên Cihu di sala 2019an da biryar dabû ku 12 malbat malên xwe yên li Taxa Şêx Cerahê vala bikin û Cihu têkevin malan.

Li gor biryarê dibê ji wan malbatan 4 heban di rêbendana 2021î da malên xwe terk bikirina. Li ser îtiraza malbatan biryar hatibû temyîzkirin û biryar hatibû dayîn ku doz ji nû va were destpêkirin lêbelê Dadgeha Navendî ya Îsraîlê di nava sibatê da îtiraza 4 malbatan red kiribû.

Dadgeha Navendî ya Îsraîlê di serê îsal da jî biryar dabû ku 7 malbat malên xwe ji Cihuyan ra bihêlen û herin.

Dadgehê herî dawîn di 4ê adarê da îtiraza malbatên li Taxa Şêx Cerahê dijîn red kiribû.

Dadgeha Bilind di 2yê gulanê da dem dabû 4 malbatan ku hetanî 6ê gulanê bi nişecihên Cihu ra "li hev bikin".

Di rûniştina duh ya li Dadgeha Bilind a Îsraîlê da biryara dawîn avêtin hezîranê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE