Li Tehrana paytextê Îranê berfa ewil a salê barî, ji ber barîna berfê di trafîka li xetên sereke yên bajêr da pirsgirêk derketin.
Berfê bi şev dest bi barînê kir û li bakurê Tehranê ji bo welatiyan tengasî çêbû.
Ji ber berfê li kolanên Çamran, Yadîgar Îmam, Hekîm, Rafsancanî, Hîmet û Sedrê trafîk hema bêje sekinî.
Li gelek herêmên paytextê welêt dibistanên seretayî û navîn û zanîngeh piştî nîvro hatin tetîlkirin. Li bendê ne ku xwendingeh sibê jî werin tetîlkirin.
Xencî Tehranê li eyaletên Gîlan, Mazenderan, Gulistan, Xoresana Bakur, Simnan, Zincan, Qezwîn û Elburzê jî berf barî.
AA