Li Tehranê ji ber hewaya qirêj dibistan hatin tetîlkirin

Nexweşên qelb û kezebê, îxtiyar û ducanî dê bi îzin bên hesibandin

Li Tehranê ji ber hewaya qirêj dibistan hatin tetîlkirin

Li Tehrana paytextê Îranê ji ber hewaya qirêj dibistan û dibistanên navîn ji bo sibê hatin tetîlkirin.

Waliyê Tehranê Enuşîrewan Muhsînî Bendpey daxuyaniya xwe da got ku li gor navenda pîvana kalîteya hewaya bajêr li paytextê qirêjahiya hewayê wek 150 mîkrogram/mêtrokup hat tesbîtkirin û ev yek ji bo kesên ku alerjiya wan heye dibe ku bibe sedema pirsgirêkan.

Bendpey diyar kir ku nexweşên qelb û kezebê bi îzin hatin hesibandin û hat sînordarkirin ku kamyon derkevin trafîkê.

Bendpey da zanîn ku verastkirina plakaya tek-cot a ku berê guzergahên diyar dihewand dê li hemû bajêr bê tetbîqkirin û dê bihayên gihandina komî jî nîve nîv bên daxistin.

AA

Dîroka nûkirinê: 23 Kanûn 2019, 12:03
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE