Li Tehranê ji ber ku hewa pir qirêj e dibistan hatin tetîlkirin

Li Tehrana paytextê Îranê ji ber ku hewa pir qirêj e dibistanên seretayî û yên navîn 3 rojan hatin tetîlkirin.

Li Tehranê ji ber ku hewa pir qirêj e dibistan hatin tetîlkirin

Li Tehrana paytextê Îranê ji ber ku hewa pir qirêj e dibistanên seretayî û yên navîn 3 rojan hatin tetîlkirin.

Waliyê Tehranê Enuşîrevan Muhsînî Bendpey daxuyand ji ber ku hewa pir qirêj e ji bilî navçeyên Fîruzkuh û Demawendê hemû dibistanên li paytext 3 rojan hatin tetîlkirin.

Li Tehranê qirêjiya hewayê ji 150 mîkrogram/metrekupî derbastir bû.

Hat ragihandin ji ber qirêjiya hewayê ji kamyonan sînorkirin wê çêbibe.

Ji hêla din li eyaleta Elburzê jî dibistanên seretayî û yên navîn ji bo rojekî hatin tetîlkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE